Lînkên eksesibilîtî

Sergutar: Iraq li Piştî Salekê. - 2004-05-12


Destudarê Iraqê nuke ne wekû pare, li meha pênc Gulanê piştî ladana Sedam Huseynî jiyana rojane ya Iraqiyan baştir dibît. Nuke kehreba pitir ji ser demê berî şerî heye. Iraqê dirava xweya nuî heye û banq karubarên xwe diket, binaxên aburiya Iraqê hatinev ava kirin. Û her rojê nêzîkî dû Milyon û nîv bermîlên neftê têne amade kirin. Lê Serok Bush dibêjit hêşta girê û asteng di rêkêda hene.

Serok Bush bibêjit: "Milişyayên neqanunî û paşmayên rejêma berê û tîrorîstên biyanî bizavê diken ku bi zorî û xurtî bêne ser desthelatê ku qet nagehine wê desthelatê bi rêka helbijartina û dengdanê. Van komela piştevaniyeka kêm di nav gelê Iraqêda heye."

Li 30 meha şeş Xezîranê hikumeteka berwext ya Iraqî dê desthelatê wergirît, dê Iraqiyan hemî desthelata birêvebirinê hebît ku nuke hevalbenda heye. Her nuke jimareka wezareta di destên Iraqiyan dane. Li sêy vê mehê gulanê Dr. Ebdul Amîr El Ibud wezareta karubarên çandinê wer girt.

Dr. El Ibud dibêjît pişka çandinê geleka giringe li Iraqê. Wezareta çandinê nyaz heye ku çandinê li ser binaxên bazarî birêvebibet ku wezaret piştevaniya cutyara û karubarên cutkariyê û bazirganiya cutkriyê biket bi vekolînên cîhanî û pêşve birinê. Serok Bush dibêjit demê serdariya Iraqê vedgerêteve, Hevalbend dê li wêrê bin da tenahiyê biparêzin.

Serok Bush dibêjit: " Hevalbendiya piştevaniya Iraqiyên xwecihî diket bo danû standina li ser bêçek kirina tundrêyan li Feluce. Herwesa me rohin û xoya kirye ku milîşiyayên li Necefî û cihên dî tivya çekên xwe danin anjî dê encamên xirap habin. hêzên Emerîkî û hevalbenda li wêrêne û di amadene bo cêbicê kirina qanunê li Iraqê."

Di wextekê da ku muleta vegerandina serdariyê nêzîk dibit weheye ku Iraqî pitir zêde gaviyan bibînin ji aliyê komelên ku dijî azadiyêne.

Serok Bush "dibêjit lê hevalbend nahêne tirsandin anjî sist kirin ku li yêkê meha heft tîr mehê û piştî hingîjî dê pê girtina meya avakirnevê û leşkirî berdewam bît."

Ev sergutare bîr û boçunên hikumeta Welatên Yêkgirtî yên Emerîkane.

Heke te bivêt guh bideye vê sergutarê, ev fayela dengî li ser vî perî klîk bike.

XS
SM
MD
LG