Helîkopterên Israylî hêriş kiryê ser armancêt Felestînî li devera Xeze û jimarek Felestînî birîndar bîn. Li dû hêrişên cuda demekê zî evro şembî helîkopterên Israylî jimareka moşeka havêtne nivîsîngeh û mala rêberekê Komela Cihada Islamî li bajêrê Xeze. Demekê kurt piştî hingî herişeka bi moşekan bo ser mala komandarekê leşkirîyê Komela Cihada Islamî li Geze hate kirin. Lê çi zîyan bi herdu karbidestan negeheşitin. Bi kemî 4 Felestînî li hêrişên evro birîndar bîn.