Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên komara Dominican dibêjin li navendeka dengdanê sê kes hatîne kuştin - 2004-05-16


Li komara Dominican polîs dibêjin sê kes hatîne kuştin li navendeka dengdanê demê dengderan dengên xwe didan.

Polîs dibêjin hêşta dyar nebûye ka egerên wê serhatîyê çibûne ku li Barahona qewimî, nêzîkî 200 kîlometra li başûra Santo Domîngo ya Paytext.

Hejî gotinêye, iro helbijartinên giştî têne kirin û serok Hipalto Mehya bizavê diket careka dî bêtev helbijartin.

Li dûî wergirtina raya giştî we dyar dibît ku piranya dengderan piştevaniya serokê berê Lyonêl Firnandiz diken û gelek li pêş rêzdar Mehyaye.

Pirsa serekî bo dengderan ewe ka kîş berbijar dê şêt wê girava Karîbî ji xiraptirîn giriftariya abûrî derbêxit. Rêzdar Firnandz sozê didet ku giranîyê çareser biket bo tenahiya abûrî.

XS
SM
MD
LG