Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê vê mehê yê Civata Birêvebirina Hukmî li Iraqê hate kuştin - 2004-05-17


Peqîna otumbêleka bumbekirî li Bexda bû egerê kuştina Serokê vê mehê yê Civata Birêvebirina Hukmî li Iraqê ku ji aliyê Emerîkave hatîye damezrandin.

Abdul Zahra Othman Mohammad, ku bi Ezzidin Salim dihate nyasîn, iro dûşembî hate kuştin li bingeheka lêvekolînê li dervey bingehên Serekî yên Hevalbendiya birêveberiya Emerîka li paytextê Iraqê.

Ew peqîn herwesa bu egerê kuştina 8 kesên dî. Birêveberê Medenî li Iraqê Paul Brêmer ew kuştin bi kiryareka xirap û xusaretîyeka mezin da nyasîn.

Li rudaneka cuda, hatîye ragehandin ku dû Rusîyên li heftya borî li başûra Bexda hatibune revandin hatine berdan li nêzîkî paytextî bê ku çi ziyan bigehîte wan.

XS
SM
MD
LG