Lînkên eksesibilîtî

Jack Straw nerazîbuneka tund li ser kuştina Ezzedîn Selîm dyar kir - 2004-05-17


Wezîrê Derve yê Birîtanya Jack Straw gehîşte Brokslê bo kombuna wezîrên derve yên yêketîya Eurupî û nerazî buneka tund dyar kir li ser kuştina Ezzedîn Selîm.

Rezdar Straw dibêjit: "Eve nîşan û berjengin ku tîrorîst û xirapkar li Iraqê bizavê diken veguhastina desthelatê bo destê Iraqîyan aloz biken û ev tîrorîste dujminên gelê Iraqê bixwene."

Birîtanya ya rijt û micide ku moleta vegeranduna desthelatê nahête guhorîn.

Di heman wexit da, ofîsa Serok Wezîrê Birîtanya Tony Blair kuştina Ezzedîn Selîm tawanbar kir û rijtîyê diket ku hevalbendîya bi rêberîya Emerîka qet sistîyê naket bo harîkarîya Iraqîyan.

Peyvdarekê Serok wezîrî got ev renge hêrişe dê me pitir micid ken û bome dyar diken ka çi asteng di pêş meda hene.

XS
SM
MD
LG