Çîn dibêjit kom bûna Pekînê ya 6 alî li ser bernama navokîya Korya bakûr armanca xwe ya çaverê kirî bidestve îna.
Ew kom bûn heftya borî li pekînê bidomahî hat bê kû behsê çi pêşveçona bête kirin.
Lê peyvdarekê wezareta derve ya Çînê iro got danustandin bi rêkupêkî hatine kirin û bi berhembûn.
wî got nunerên kombunê, binaxeyek bo pêşvebirina kiryara danustandina danaye. Korya başûr gotibû ku hîvîdare gera bêt ya danustandina li demekê nêzîk renge li meha bêt bête kirin.
Piştî danustandinên heftiya borî, Korya bakûr got girê û astenga serekî bo bidest înana rêkeftinekê rişt bûna Emerîkaye li ser hindê ku Pyong Yang pêngava yêkê berev çareser kirina wê kêşê bihavêjit.