Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şehrezayê leşkirê Emerîkî Jeremy Sivits dê bo demê yêk sal hête zindanî kirin jiber bêrêz kirina hindek girtiyên Iraqî - 2004-05-19


Rêk nedabûn rewşê li senterê kombuna li Bexda bête tomar kirin cihê ku leşkirê Emerîkî dadgehî kirina 3 se'et û nîvî li wêrê kirî.

Şehrezayê leşkirê Emerîkî Jeremy Sivits amade nebû xwe ji biryara xwe bikêşiteve ya ku tawana xwe têda qebul kirbû ku ligel hindek dadpirsan amade kiribû.

Sivits yêk ji 7 endamên yaneyeka polîsê leşkirîye ku ruî biruî tawanbarî kirinê buye jiber bêrêz kirina hindek girtiyên Iraqî ku li sala borî li girtî xana Ebu Xirêb hatiye kirin.

3 ji wan girtiyan negutine ka gunehkarin yan ne. peyvdarekê hevalbendiya birêveberiya Emerîka li Bexda Colonel Jill Morgenthaler dibêjit çêdibit pêtivî bit Sivits şehdekiyê dijî hindekên dî bidet.

Berêz Morgenthaler dibêjit: "Wekî pişkek ji rêkeftinên berî dadgehî kirinê şehreza Sivits qayil bû şehdekiyê bidet li demê dadgehî kirina hindek tawankaran heke jê hate daxaz kirin."

Karbidestên leşkirê Emerîkî dibêjit demê dadgehîkirinê ku bi rengekê bilez hate kirin û cihê wê jiber hindêye da xuyabiken ku dad pirs micidin li ser hindê ew kesên berpirsyar ji wê şermezariyê ya ku buye egerê peydabuna gefa li ser bizavên peydakirina tenahiyê û bizavên medenî li Iraqê bêne dadgehî kirin.

XS
SM
MD
LG