Lînkên eksesibilîtî

Li encama peqîna otombîlekê li Bexda bi kêmî 5 kes hatine kuştin - 2004-05-22


Li encama peqîna otombîlekê li Bexda bi kêmî 5 kes hatine kuştin û karbidestekê bilindê Iraqî birîndar bî. Ew peqîn li pêş mala cêgirê wezîrê navxoyê Iraqî, Ebdulcebar El-Şeyxlî, çêbî û ew birîndar bî. Peqîna evro li piştî peqîna roja Dûşembî bî ku serokê Civata Rêveberîya Iraqî û 6 kesên din teda hatine kuştin. Li bajêrê pîrozê Kerbela hêzên Emirîkî çekdarên oldarê tondrêyê Şî’a, Moqtada El-Sadir, li navenda bajêrê vekişan.

XS
SM
MD
LG