Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi peqîna otomîleka bombekirî li cadeka Bexda ya biqelebalix bikêmîve du kes hatine koştin u pitir ji 20  kesêt dî brîndar bon - 2004-05-31


Bi peqîna otomîleka bombekirî li cadeka Bexda ya biqelebalix bikêmîve du kes hatine koştin u pitir ji 20 kesêt dî brîndar bon.

Peqîna evro nizînkî wî cihî qewmî ko berî du heftyan serokê Civata Desthelata Iraqî lê hatîye koştin. Ajansa peyamêt Ferensi got peqîna evro xanîyek xerab kir ko yê karbidestekê mezin yê berê yê partîya Baath bo ko liser demê Sedam Husênî karbidest bo.

Bi alîyekê dive do serbazêt Emrîkî hatine koştin digel jimareka mîlîşyayêt Iraqî yêt ser bi melayê tondrê li bajêrê Nejefê u Kofe. Raporteka tora telefzyona CNN liser zarê hêzêt Emrîkî got ke şerekê dijwar roja Yêkşembî hate kirin demê hêzêt Emrîkî bizav kirî navendeka polîsa biparêzin.

XS
SM
MD
LG