Çarenivîsa Iraqê nîke li destê Iraqîyan hatîye danan. Civata rêveberîya Iraqê hate helweşandin û hukmeta demkî cihê wê girt.
Li roja yekî heyva şeş nwênerê Neteweyên Yekgirtî Lakhder Brahîmî, Ghazî Meşa'l El-Yawer wekî serokê demkî yê Iraqî dest nîşan kir. Ew endamekê eşîreta Şem'rre, ku mûsulmanên Şîa' u Sûnnî bi xwe ve digirît.
Birêz El-Yawer ku endaziyare, piştî hevalbendîya bi serokatîya Amrîkayê Saddam Hussain ser deselatê lada vegerîya ve Iraqê.
Birêz El-Yawer dibêje Îraqî li hîvîya dîtina Iraqeka azad, serbexo, dîmokratî, fîdral û êkgirtî ne.
Hukmeta demkîya Iraqî herwesa dû cêgirên serok û serok wezîr, Ayad Allawî bi xûve digre. Birêz Allawî mûsulmanekê Şî'ayê diyare û endamê civata rêveberîya Iraqî bî.
Dirêjiya vê sergutarê ya di vê fayela dengî daye û ev gutare bîr û bo çuna hikumeta welatên yêkgirtî yên Emerîka ye.