Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêveberê Dezgeha Agehîyên Amêrîkî dest ji karkêşana xwe da û serok Bush pesna wî dide - 2004-06-04


Rêveberê Dezgeha Agehîyên Amerîkî CIA dest ji karkêşana xwe da û serok Bush pesna wî dide û di bêje dest ji kar kêşana wî ji ber egerên kesayetî bû.

Serok Bush dest ji kar kêşana berez George Tênet qubûl kir, belê dê heta nêva meha 7 desthelat xwe da bimêne.

Serok Bush got berêz Tênet rêberekî bihêz u xudan şiyan bu. Ew di gel çendîn karbidestên Amrîkî di kevtine jêr sengîyê ji ber sernekeftina CIA li Iraqê u qonxa berî 11 î Septemberê.

Dest ji kar kêşana wî berî belav kirina raporteka civata sînatorên Amrîkîye ku wê derengîya vê mehê eşkire bibe û ew raport rexneyekî tûnd li berêz Tênet u dezgeha CIA digre ji ber mezin kirna pirsa çekê tev kujê Iraqê.

XS
SM
MD
LG