Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mesod Barzanî ji partya democrata Kurdistanê û Jelal Talebanî li nameka ve bo Serok Bush gef kirîne - 2004-06-07


Partîyêt sîyasî yêt Kurdî yêt serekî gefa diken ji hikmeta berwext ya Iraqî xue vekêşin heke li bernîvîsa biryara civata tenahîyê ya Netewêt Ekgirtî li ser Iraqê piştevanya otonomya Kurdî ne ête kirin.

Her do rêberêt Kurd got pêtivye otonomya Kurdî li bernîvîsa biryara UN bête danan yan jî bi awyekî qanonî li hikmeta vegohaztina desthelatê berî û piştî helbijartinan pênaîn pê bête kirin.

Rezdar Barzanî û Rezdar Talebanî herwisa bêhîvîbona xue dîyar kir ko bo karê serok wezîrê berwext yan jî bokarê serokê Iraqê çi Kurd nehatîye helbijartin.

XS
SM
MD
LG