Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li peqîna do otombîlt bombe kirî li Iraqê bi kêmî 13 Iraqî û serbazekê Amrîkî hatine kûştin - 2004-06-08


Li nizîkî bingehekê leşkerê Amrîkî li Bequba otombîleka bombekirî peqî û bû eger ko 4 Iraqî û serbazekê Amrîkî bêne kûştin. 3 serbaz û bi kêmî 16 Iraqî birîndar bûn.

Li Mûsil bakura Iraqê otombîlek li nizîkî ofîsêt şehrdarî hat peqandin û 9 kes hatine kûştin û 25 kes birîndar bûn.

Li başûra Bexda 6 serbazêt hevalbendiyê yêt Slovakî, Polonî u xelkê Latvia giyanê xo ji dest da demê bê destî peqînek li embareka çekan qewmî ko wan ji nav dibir.

Raport radgehînin li nizîkî bajêrê Felûce li rojava Bexda, şerkeran hêriş kirye ser merînzêt Amrîkî.

XS
SM
MD
LG