Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Siyasetvanên Kurdên dibêjin ew dê xwe ji hukmeta Iraqê vekişînin heke rêberên wan ji wan bixwazit - 2004-06-09


Siyasetvanên Kurdên Iraqê dilsariya xwe anî zimên li ser derbazkirina biryara netewên yekgirtî yako serwerîyê ji bo Iraqê ve di gerîne.

Ew dibêjin ew dê dest ji karê xwe hilgirin û xwe ji hukmeta Iraqê vekişînin heke rêberên wan ji wan bixwazit.

Siyasetvanên Kurd rişt bûn li ser hindê ko biryara UN pênasînê bi destûra Iraqî ya berwext biket. Di wê destûrê da pirinsîpên ji bo systema fîdralî û otonomîya Kurda hatîye pênasîn.

Lê biryara civata tenahîyê yako roja sêşembî bi tevaîya dengan hat derbaz kirin, çi behsê wê destûra Iraqî ya berwext naket.

Çend rêberên Şî'î-di nava wan da Ayetollahê mezin Alî El-Sîstanî- qabûl nekir pênasînê bi destûra berwext bikin çûnkî dibêjin eve ji alîyê civata hukmê ve hatîye danan, û civat bi xwe jî ji alîyê Amerîkayê ve hatîye damezrandin.

XS
SM
MD
LG