Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serek wezîrê Iraqî yê berwext Iyad Allawî dibêje hukmeta wî wê rêzê li destûra berwext bigrit ku behsê otonomiya Kurdan diket - 2004-06-10


Serek wezîrê Iraqî yê berwext Iyad Allawî dibêje hukmeta wî wê rêzê li destûra berwext bigrit ku behsê otonomiya Kurdan diket. Bi vê çendê rêzdar Allawî dixwazit rê li têkçûna navbera Kurda û hukmetê bigrît.

Rêzdar Allawî û hukmeta wî li 7 mehên hatî wê rêzê li destûrî bigrin heta helbijartina giştî li meha pêşîn ya sala 2005 li Iraqê têne kirin.

Siyasetvanên Kurd gefe kiriye xwe ji hukmeta nû ya Iraqê vekşînin piştî ko civata tenahiya netewên yekgirtî biryarek derkir ji bona vegerandina serweriyê bo Iraqê û çi behsê destûra berwext di nav wê biryrê da nebû.

Biryara civata tenahiyê jiberdananek bû ji bo rêberê Şî'î yê bihêz Ayetollahê mezin Alî Al-Sistanî. Wî gotibû ew pênasînê bi destûra berwext nake çûnkî ji alîyê civata hukmê ya Iraqî ve hatîye nivîsîn û civati jî ji alîyê Amrîkayê ve hatîye danan nek bi rêka helbijartineke azad.

XS
SM
MD
LG