Lînkên eksesibilîtî

Cêgrê wezîrê derve yê Iraqê hate kuştin - 2004-06-12


Li buseyekê li Bexda çekdara cêgrê wezîrê derve yê Iraqê kuşt. Wezareta derve ragehand ku çekdaran teqe li otombêla Besam Kubbe kir demê evro diço ser karê xo. Ew li encama graniya birînêt xo demekê kurt piştî geheştiye nexoşxanê gyanê xo ji dest da. Heta nuke çi layenekê berpirsîyariya xo beramberî vê hêrişê ranegehandîye. Hevdem li Beqoba li bakora rojhelata Bexda li encama peqîna dû bombêt ser cadê dû serbazêt hevalbenda û dû polîsêt Iraqî birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG