Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qumandarekê serheldayêt Kurd li Tûrkiya gaziya nûî kirina rawestandina şerî qebûl nekir - 2004-06-14


Qumandarekê serheldayêt Kurd li Tûrkiya gaziya nûî kirina rawestandina şerî qebûl nekir. Û di hêrişekê da li başûra rojhelata Tûrkiya serheldayan sê nobedarên parastina hukmetê kûştin.

Mûrad Karayilan evro got Kurd rawestandina şerî ya pênc salî berdewam naken kû li serê vê mehê bi dûmahî hatî hata kû pêtivî bît bo berevaniyê dijî hêzît hukmetê.

Herwesa got tiviya Tûrkiya ve derkirina rêberê serheldayan Abdullah Ocelan bi dûmahî bînit kû li girtîxaneka giravekêye.

Mezintirîn partiya ser bi Kurda li Tûrkiya roja Şembî daxaz kir kû rawestandna şerî berdewam bibe kû serheldayan ji yek alî ve ragehand bû li sala 1999. Ew nobedarît evro hatîne kûştin nobedariya rêkekê dikir li wilayeta Intakya.

XS
SM
MD
LG