Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberêt heft partiyêt Kurda li Sûriya dibêjin ew dê berdewam bin li ser bizavêt xwe yêt siyasî - 2004-06-15


Rêberêt heft partiyêt Kurda li Sûriya dibêjin ew dê berdewam bin li ser bizavêt xwe yêt siyasî di ser hindê ra ko hukmeta serok Başar El-Esed bizavêt wan berbend kirîne.

Rêberêt siyasî evro belavnameka hevpişt derêxist û niyazêt xwe diyar kirin kû dibêjin eve mafekê bingehî û nîştimaniye bo bizava Kurdî li Sûriya.

Hêzêt parastina Sûrî li vê mehê ew partî agahdar kiribûn kû bizavêt wan neqanûnî ne.

Ewey sala 2000 demê rêzdar Esad deshelat wergirî dest bi tepeserkirina bizava dîmocratîxaz kiriye. Eve bi deha salane Kurdêt Sûriye kû êk milion û nîvin xebatê diken bo wergirtina welatnama Sûrî bo bideha hezar Kurdan.

Le meha sê/adarê 25 kes hatibûne kûştin li şer û lêkdana da navbera Kurdêt Sûriya û hêzêt parastina Sûrî li bakûra Sûriya.

XS
SM
MD
LG