Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevalbendî dibêjit ew dê di wextekê û jihê xwe da diktatorê berî yê Iraqê Saddam Hussainî teslîm hukmeta Iraqi ya nû biket - 2004-06-15


Hevalbendiya bi rêberiya Amrîka dibêjît ew dê di wextekê û jihê xwe da diktatorê berî yê Iraqê Saddam Hussainî teslîm ket piştî 30 vê mehê demê serdariya Iraqê vedigerîteve.

Peyvdarê hevalbenda Dan Senor evro li Bexda gote peyamhinêran kû li dû qanûna navbendî hevalbend neşêt Saddamî bidete destê hukmeteka Iraqî ya bê serdarî û hêşta kiryarêt dûjminkariyê diberdewamin.

Berî hingî serokê Iraqî yê berwext Ghazî El-Yawer got tiviya di pêşda Iraq parastina diktatorê berê misoger biket û xwe amade biket bo dadkirineka rewa.

Û le seraya sipî evro serok Bush hevalbend dixwazin kû parastineka baş hebît da paratina Saddamî misoger biken demê tête dad kirin bi tawana kûştinkariya giştî û hovatiyê ji aliyê rejîma wî ve.

XS
SM
MD
LG