Komisiyona vekolîna sebaret êrişên 11 septemberê li Amrîka dibêje systema niştimaniya berevaniya asmanî bi drûstî ne amade bû, bo rawestandina wan renge êrişên el-qaide kirîn.
Raporta pêş wext ya endamên komisiyonê îro 5 şem hate belav kirin dibêje devêt karbidestên leşkerî û karwbarên firîna systemeka berevaniyê amade biken bo bersîng girtina henek êrişên ne çaverê kirî ko çi meşiq û rahênan li ser nekrîne.
Raport dibêje agehîyên hey behsê revandina firoka dikir li hizra hindê ne dikir kû ev froke weka mûşeka bikarbên.
Raport pêve diçe û dibêje ferman ji bo êxistina wan firokên revandy dereng gehiştine firokevanên leşkerî