Lînkên eksesibilîtî

Teqîna otombêleka bûmbe kirî li derveyî navendeka nav nivîkirna leşkerî li Bexda bû egera kûştina 35 kesa - 2004-06-17


Teqîna otombêleka bûmbe kirî li derveyî navendeka nav nivîkirna leşkerî li Bexda bû egera kûştina 35 kesa û birîndarkirina pêtir ji sed ên dî. Serek wezîrê Îraqê Ayad Alawî serdana cihê serhatîyê kir û ew kar şermezar kir.

Bi alîyê xweve wezîrê navxwe yê Îraqê Felah Al Neqîb got ew bnawer dike komeleka têkelî di gel Al Qayde hey û ser bi tûnd rê yê Ûrdinî Abû Mûsaab Al zerqawî ve renge dest di wê êrîşê de hebe.

Piranîya qûrbanîya medenîyên Îraqî ne di rêzê de bûn da navê xwe ji bo leşkerî binivîsin û her wesa xelkê dor û ber.

Di teqîneka cûda da li rendeka Yethrib şeş endamên hêzên berevanîyên medenîyên Îraqî hatin kûştin çarên dî birîndar bûn. Li Emare serbazên Birîtanî şer di gel alîgirên Muqteda Al Sedir kir. Raportan behsê ziyana ne kirîye.

XS
SM
MD
LG