Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Toreka setelayta Arabî bi navê Al-Arabiya dibêjît têroristêt Al-Qaida rehînekê Amrîkî li Arabistana Saudî ser jêkir - 2004-06-18


Toreka setelayta Arabî bi navê Al-Arabiya dibêjît têroristêt Al-Qaida rehînekê Amrîkî li Arabistana Saudî ser jêkir ko roja şembî li paytextê Arabistana Saudî rivandi bû.

Kenala Al-Arabiya dibêjît nivîsîngeha wê li Riyadh şirîteka vidioyê belav kir kû têda endazyarê 49 salî Paul Johnson nîşan da demê hatiye kûştin. Rivînkaran daxaz kiri bû ko hamû milîtanêt Islamî ji girtîxanêt Saudî bêne azad kirin yan jî dê rêzdar Johnson y kûjin.

Hêzêt parastina Saudî bi helîkoptera hindavî Riyadh dehatin û deçûn û hêzêt parastinê li taxû rendekêt bajêrî û li beriya dervey paytextê arabistanê Saudî li duv wî digeriya.

XS
SM
MD
LG