Lînkên eksesibilîtî

Mîlîtana li Iraqê serê rehînê Korya Başûr kim Sun-Il birî - 2004-06-22


Mîlîtana li Iraqê serê rehînê Korya Başûr kim Sun-Il birî, piştî Seol qayêl nebû ji gûtina xwe lêve bit ko 3000 serbazêt dî bihnêrte Iraqê.

Wizareta derve ya Korya Başûr evro serbirîna tircimanê 33 salî piştrast kir û got termê wî hatîye peyda kirin.

Telefizyona El-Cezîre ya Erebî şirîteka vîdioy belev kir ko têda mîlîtana got bû dê gefa xwe bi cî înin.

Mîlîtanêt ser bi rêberê tirorîstan Ebû Mosab El-Zarqawî gef kirbûn rêzdar Kim bikûjin heke Korya Başûr ji biryara xwe lêve nebit ko hêzêt xwe bihênêrte Iraqê.

XS
SM
MD
LG