Lînkên eksesibilîtî

Serok wezîrê demkîyê Iraqê soza jinav birina xirapkaran da - 2004-06-25


Serok wezîrê demkîyê Iraqê Eyad Elawî soza jinav birina wan çekdarên da ku berpirsyarin biramberî ew hêrişên roja pêncsembî li pênc bajêrin Iraqê ku têda pitir ji 100 kes hatine kuştin. Birêz Elawî çekdarên Islamî û çekdarên piştîvanên rêberê berê Sedam Hûsên birambêrî tondûtîjîyên roja pencşembî gunehbar dikêt. Giropeka peywendîdar bi tîroristê xastî Ebu Mûsab Zerqawî li malpereka Islamî berprsîyarî biramber wan hêrişan ragehand. Bajêrê Mûsil li bakora Iraqê zortirîn jimara qurbanîyan bixove dît û karbidest dibêjin 62 kes hatine kuştin li encama çend peqînekan. Hêriş û peqînkarî herwesa li Bexda, Felluce, Beqube û Romadî hatine kirin.

XS
SM
MD
LG