Li Iraqê hêrişêt xirapkaran di berdewam bûn li sea'aêt dûmahiya desthelata hevalbendiyê, demê mîlîşiya gefe kirîn bi kûştina dû rehînêt biyanî. Evro bi peqîna bombekê li Besra yêk serbazê Birîtanî hate kûştin.
Çend sea'ateka berî hingî 6 nobedarêt nîştîmanî li bakûra rojhelata Bexda bi peqîna bombeka ser cadê hatine kûştin.
Û li Bexda bi hêrişeka bi topa dû zarokêt Iraqî hatine kûştin nêzîkî bingehê hêzêt hevalbenda. Serbazek û medenîyekê Amrîkî di hêrişêt cida da hatine kûştin.