Lînkên eksesibilîtî

Li hêrişêt çekdara li Iraqê, medeniyek li Besre hate kûştin û 5 kesêt dî li Mûsil birîndar bûn - 2004-07-05


Polîs li bajêrê benderî Besre li başûr dibêjin, şevê dî piştî nîv şev li hêrişa bi mûşeka liser avahiyekê hukmetê kû bi xaniyêt dewrober keftin medeniyek hate kûştin û çend kesêt dî birîndar bûn.

Çend sea'ata piştî hingî, li bajêra Mûsil li bakûr polîsa got li peqîna bombekê liser rêkê 5 medenî birîndar bûn.

Li heman dem karidestêt Amrîka dibêjin, ew hêşta nizanin çi li mûrînekê Amrîkî bi resen Lûbnanî hatiye kû eve dû heftiye bê seruşên çuiye. Komela çekdara Ansar Al-Sunne roja êkşembî di belavokekê da liser Internêtê peyama kû berî hîngî hatibû belav kirin ji înkar u mandel kir kû têda gotibû murînê Amrîkî yê Musulman hatiye serbirîn.

XS
SM
MD
LG