Lînkên eksesibilîtî

Serokê mezintirîn rêkxistiya mîsilmana li cîhanê dibêjît bi hizra wî tivya welatêt Îslamî hizra xwe biken liser hinartina hêzêt xwe bo Iraq - 2004-07-05


Serokê mezintirîn rêkxistiya mîsilmana li cîhanê dibêjît bi hizra wî tivya welatêt Îslamî hizra xwe biken liser hinartina hêzêt xwe bo Iraqê bo harîkariya hukmeta berwext bo parastina tenahiyê li Iraqê.

Serok wezîrê Malysia Abdullah Ahmad Bedewî roja duşembî got welatêt Mîsilman yêt nêzîkî Iraqê renge baş bît kû aştîparêzan pinêrin.

Lê serokê rêkxistiya konfiransa Îslamî kû 57 welat endamin got kû wî çi bersiv ji endama wernegirtîne ka dê pişkdariyê di hêzeka Îslamiya nav netewey ken an ne.

Rêzdar Abdullah çi nîşan diyar nekrin kû di hêzên xwe hinêrte Iraqê an ne lê got welatê wî dê pêxweş bît pişkdariyê di ava kirineva Iraqê da biket.

Hejî gûtinê yê kû Kwala Lampur dijî dagîr kirina iraqê bû û ladana Saddam Hussain ji aliyê hevalbendiya bi rêberiya Amrîka ve.

XS
SM
MD
LG