Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Oliyê Iranê bi tûreyî gûtinêt Amrîkî ret kirin kû dibêjît komara Îslamî gefa li berjewendîyêt Amrîka diket - 2004-07-05


Rêberê Oliyê Iranê bi tûreyî gûtinêt Amrîkî ret kirin kû dibêjît komara Îslamî gefa li berjewendîyêt Amrîka diket.

Radiyo wa dewletê liser zarê Ayetullah Ali Xameneyî dibêjît welatê wî amadeye kû bersiva her dagîrkerekê biyanî bideteve.

Herwesa got Iran dişêt kû ziyanê bigehênîte berjewendêt her dagîr kerekê li seranserê cîhanê.

Rêberê Iranî ev têbîniye dan di wextê seredana xwe da bo bajêrê Hemedanê kû dê liwêrê hindek projêt nû destpêken.

Karbidestêt Amrîkî rexne li Iranê girtbûn kû bernameka çekêt navokî heye. Li meha bûrî Amrîka dû nobedarêt Îranî li şandeka Iranê li UN li New York derêxistin bi gûmana sîxûriyê, lê Iranê ev tawane mendel û haşa kir.

XS
SM
MD
LG