Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok wezîrê Iraqî Iyad Allawî kanûneka nîya parastinê mor kir - 2004-07-07


Serok wezîrê Iraqî Iyad Allawî kanûneka nîya parastinê mor kir kû desthelateka zêdetir dete hukmeta demkî li şerê dijî xirapkar u çekdarên Îslamî.

Karbidesta li Bexda gote konfiranseka dengûbasan kû kanûna nî mafê dete hukmetê da kar bi kanûna leşkerî biket li jêr hinek darûdestên taybetî û bo demekê tûxîvdar u li herêmên diyarî kirî.

Ew kanûn herwesa mafin berbendkiriya hatuçûyê u damezrandina xalên pişkinînê u girtina gûman lêkiriyan dete hukmetê.

Karbidestan ragehand kû ev pîvane demkîne û bitinê li wan beşin welatî dihêne peyrewkirin kû pêtivî pê heye.

Hejî gûtinêye, ragehandina vê kanûnê berî nîke çend caran hatibiye paşêxistin. Jêderên sîyasî dibêjin hukmetê bizav dikir liser dirêjiya vê kanûnê digel karbidestên Amrîkî şîretê biket.

XS
SM
MD
LG