Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li encama dawîtrîn kiryarên tondûtîjîyê li Iraqê 3 kes hatine kuştin - 2004-07-10


Li encama lêkdanekê li nêvbera Marînzêt Emirîkî û xirapkarên Iraqî li bajerokê Rumadî, li rojavaya Bexda, dû Iraqî hatine kuştin. Karbidestên leşkirê Emirîkî dibêjin gropeka xirapkara ku li cihê rawestîyana taxîya bûn teqe li Marînza kirin. Kuştin yan birîndar bîna hîç Emirîkîyekê nehatîye ragehandin.

Li Bakora Bexda, li Beqûbe xirapkara hêriş kire ser çend firoşgehekên vexarinên elkiholî. Karbidest dibêjin yek kes hate kuştin.

Hevdem li Kerkuka bakora Iraqê, ku kurda desthelateka zor lê heye, xirapkara borîyeka vegohastina gazê peqand. Demekê zîtr, çend kesên ne nyas hêriş kire ser sînemayekê wî bajêrê û agr tê berda.

XS
SM
MD
LG