Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevpeyvînek digel serokê komela mafên mirovan ya Tirkîyê Hûsnû Öndûl - 2004-07-10


Serokê Komela Mafên Mirovan ya Tirkîyê: “Êdî demê efuyeke gitî ye”

Serokê Komela Mafên Mirovan ya Tirkîyê Hûsnû Öndûl dibêjît li Tirkîyê edî demê efuyeke gitî an lêborîneke gitî hatîye da ku ew xeletîyên pîtî wergêrana lekerî ya sala 1980yê u errê navxweyî yê 15 salan bêne serrast kirin. Lê Hûsnû Öndûl di hevpeyvîneke digel Pika Kurdî ya Dengê Amerîka da got ew daxwaz bahra pêtir ji Komela Mafên Mirovan u sîyasetvanên Kurd e u pitevanîyeke berfireh jêra nîne.

Birêz Öndül dibêjît Komela Mafên Mirovan ji damezrandina wê ya berî 18 salan heta niha her gotîye efuyeke giti pêwîst e ji bo pêkînana atîya civakî. Lê “Komela Mafen Mirovan u sîyasetvanên Kurd wek çareyeke ji pirsa Kurdî ra efuya gitî înaye pê. Lê eve hêj nekeftîye di rojeva raya gitî ya demokrat da. Ew hêj xwesteka alîyên berfireh nîne.

“Li pêîya lêborîneke gitî astengek destûra dewletê ye, lê ew dikarit bête rakirin. Ya dûwe, kêmîya daxwaza sîyasî ye, u ji xwe astenga serekî jî ew e.”

Ji bo bizaveke wesa hikûmeta Tirk pitevanîya gelî pêdivêt, lê belê li Tirkîyê dijberên efuyê hene u ew dibêjin li dîroka 80 salî ya Komara Tirkîyê nêzîkî 80 efuyan hatîne derêxistin u ew bikêr nehatîne.

Birêz Öndûl dibêjît ew gotin rast nîne: “Efuya dawîn berî 30 salan bû, li sala 1974ê, li demê hikûmeta Ecevîtî. Vêca li alîyekî mirov dê rexneyan li sîstema daduedaletê li Tirkîyê bigirin u bêjin (dadgehên Tirkîyê serbixwe u alînegir nînin), li vî welatî dê dewrê rêveberîya lekerî hebit u li rexê dî dê bêjin (gelek efuyên gitî têne derêxistin). Nexêr, ew helwêsteke rastudirûst u cihêxwegirtî nîne. Li dewletên ku hevwelatî bêdadurewatî têne mehkûm kirin, divêt efuya gitî jî wek çareyekê hebît. Her wesa ew efuyên ku ew alî jê bes diken ew in yên ku ji bo cizayên ji ber nedana bacan hatibûne ragihandin.”

Bêguman mebesta alîyên ku lêborîna gitî dixwazin, girtîyên sîyasî ne. Hûsnû Öndûl dibêjît jimara wan zindanîyên Tirkîyê 6 hezar e, u pêve diçît u dibêjît, “Lê babet bi tenê pirsa wan girtîyên sîyasî yên li zindanan nîne. Li Tirkîyê ji her 10 kesan yekî sabiqe heye (anku berê hatîye hikûm kirin). Ew mirovên ku berî niha li zindanan mayîn u derkeftîn jî belingaz bûyne. Her wesa nêzîkî 30,000 mirovan ji ber ertên nedemokratîk naçar bûyne ku ji Tirkîyê derkevin. Vêca efuyeke gitî dê rê bidete wan mirovan ku ew vegerin u girtîyên berê bikarin bibine endamên komelan, partîyên sîyasî, an karmendên dewletê.”

Rêberê Kurd Jalal Talabanî li demê seredana xwe bo Enqerê li vê dawîyê ji karbidesten Tirk daxwaza efuyeke gitî kir da ku nêzîkî 5 hezar mîlîtanên çekdar yên Kurd çekên xwe danên u ji bakûra Iraqê vegerine malên xwe. Lê Wezîrê Derve yê Tirkîyê Abdullah Gül ü got ew biryara wan e, ne ya birêz Talabanî.

Hüsnü Öndûl dibêjît ragihandina efuyeke gitî dê bikêr çareserkirina wê pirsê bêt. Ew dibêjît her wesa nêzîkî 10,000 mirovên hevwelatîyên Tirkîyê li penageha Maxmur in, wan ji Tirkîyê koç kirîye u ew çûyne bakûra Iraqê u li wê kampa Neteweyên Yêkgirtî dijîn.

Birêz Öndül dibêjît, “Bi raya min heke dewlet pêngaveke wesa bihavêjît (anku efuyeke gitî derêxît), ew dê bikêr bêt.”

Birûsk Tuxan, Dengê Amerîka, New York

XS
SM
MD
LG