Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peqîna otombîleka bombe kirî li navenda Bexda bi kêmî deh kes kuştin û pitir ji 40 yên dî birîndar kirin - 2004-07-14


Peqîna otombîleka bombe kirî li navenda Bexda ya paytextê Iraqê îro çar şem bi kêmî deh kes kuştin û pitir ji 40 yên dî birîndar kirin, serbazekî Amrîkî di nav wan da bû.

Ew peqîn bû li xaleka pişkinînê li devera zêde parastinê ya dibêjinê Green Zone, ofîs û bingehê hikumeta demî ya Iraqê û leşkerê Amrîkî li wê rendeka Bexda û herwesa balyozxanên Amrîkî û Birîtanî. Ew peqîn bû egera şikandina pencerên avahiyan li dûrî ya çend kîlometran.

Serek wezîrê Iraqê Iyad Allawî seredana cihê peqînê kir û got 3 ji endamên hêzên nobedarîya Iraqî û 7 medenî hatin kuştin. Berêz Allawî got jî ew kar dûjminatîya sor û sor bû dijî gelê Iraqê û soz da tawanbar bêxite pêş dadgehê.

Ew peqîn li bîrhatina 46 yê ya wergerana desthelatîya xwînî bû. Ji alîyê Arebê netewe perist û kuştinê dawîtrîn melîkê Iraqî Feîselê diwê.

Heke te bivêt guh bideye dirêjiya vê raportê, ev fayela dengî li ser vî perî klîk bike.

XS
SM
MD
LG