Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi hizaran Iraqî daxaza hukmê kuştinê bo diktatorê berê yê Iraqî Saddam Hussain diken - 2004-07-15


Îro pêncşembî bi hizaran Iraqî gûr bîn ser cadeh û kulanêt naverasta Bexda yê û daxaza hukmê kuştinê bo diktatorê berê yê Iraqî Saddam Hussain kirin.

Xwenîşanderan wêneyêt kesukarêt xwe hil-girtibîn ku li ser demê desthelata Saddamî hatibîn kuştin û duruşm li dijî partîya Ba'ath dan.

Herwesa huşdarî dane beravankarêt biyanî ku bi merema berevanî kir ji Saddamî Qasta Iraqê nekin ku gunehbarekî mezinê û dê li dadgeha Iraqî berbirî tawanên xwe bibit.

Hejî gutinê ye ku xwenîşandan ji alîyê çendeha partîyên sîyasî hatibî rêkxistin, jêgirtin Kongreya Niştîmanîya Iraqî ku ji alîyê serok wezîr Eyad Ellawî ve serokatî lê tête kirin.

XS
SM
MD
LG