Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Revînkarên hevwelatîyê Filipînê li Iraqê sûpasiya hukmeta Manêla diken ji ber biryara vekêşana hêzên xwe - 2004-07-15


Tilifiziona El-Cezîre ya bi zimanê Arabî vîdioyeka nûy belav dike têda revînkarên hevwelatîyê Filipînê li Iraqê sûpasiya hukmeta Manêla diken ji ber biryara vekêşana hêzên xwe ji welatî.

El-Cezîre şûfîrê Filipînê Angelo de la Cruz jî diyar kir kû di rewşeka baş ya saxlemîyê de bû û gote kes u karên xwe ew dê vegerte malê.

Li heftîya burî xirabkaran welatîyê Filipînî De la Cruz revand bû û gefeya serbirîna wî kir eger Manêla serbazên xwe ji Iraqê ne vekêşe.

Filipînê nexşeyek ji bo vekêşana hêzên xwe ji Iraqê ragehand berî demê jêre hatî danan li meha 8 tebaxê.

Her li vî demî, çarenivîsê barimteyê diwyê yê Bûlgarî û yekî Mîsrî jî ne xûya ye. Tilfiziona El-Cezîre got vidîoyek geheşte wan roja sê-şem û serbirîna barimtekê Bûlgarî nîşan didet.

XS
SM
MD
LG