Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li enacama peqîna dû otombîla li Iraqê bi kêmî 6 kes hatine kuştin - 2004-07-17


Li enacama peqîna dû otombîla evro şembî li Iraqê bi kêmî 6 kes hatine kuştin. Li Bexda, otombîleka bombrêjkirî li ser rêka otombîlêt wezîrê dad yê Iraqê Malik Dohan El-Hesen peqî. Çar kes di wê hêrişê da hatine kuştin ku hemî nobetdarêt wezîrî bun, lê çi zîyan bi wî negeştîne. Giropa tîroristîya Ebu Musab El-Zerqawî berpirsîyarîya xwe, li belavnamekê ku li malpereka Islamî belav buye, biramberî wê hêrişê ragehand. Demekê kurt piştî hingî, peqîneka dî li nizîk cihê hêrişa êke çêbî û dû polîs birîndar kirin. Li başora Bexda, li Mehmûdîye otombîlek li dervey nivîsîngeha nobetdarêt niştîmanî yêt Iraqî peqî û bi kêmî dû kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG