Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok wezîrê Iraqê seredana Urdinê kir - 2004-07-19


Serok wezîrê Iraqê Eyad Ellawî li Urdinêye li destpêka geryaneka deverê bo vekirna laperekê nî yê tekelîya navbera Iraqê û welatêt cîran. Evro dûşembî li Emman demê rêzdar Ellawî gehiştî bixêrhatineka gerim lê hate kirin û piştî hingî digel şah Ebdullah û serok wezîr Feysel Elfayz kombu. Wezîrê nexşe kêşanê yê Iraqê Mehdî Elhafiz gote peyamhinêran ku dê behsê wan pirsa hête kirin bo xort kirina têkelîya navbera herdû welatêt hevsinor, weku têkelîyêt syasî û hefkarya bazirganî.

XS
SM
MD
LG