Lînkên eksesibilîtî

Revankarêt rehînekê Philipînî li Iraqê şofêrê Philipînî berda - 2004-07-20


Revankarêt rehînekê Philipînî li Iraqê şofêrê Philipînî berda kû nêzîkî dû heftîyan rehîn bû, piştî Philipînê hêzêt xwe berî wext li Iraqê vekêşayîn li dûy daxaza revankaran.

Vê sipêdiyê Angelo de la Cruz liser cadekê li pêş balyozxana Mîrgehêt Arabî yêt Êkgirtî li Bexda berda bû.

Piştî hingî diplomata gehande balyozxana Philipînî û li wêrî jî bi tîlifonî digel seroka Philipînîê Arroyo axift. Xanim Arroyo got saxlemîya rehînê berê ya başe.

Karbidest dibêjit roja çar şembî dê bi firokê vegohêzne Mîrgehêt Arabî yêt Êkgirtî berî vegerênev Philipînê.

Bi alîyekê dîve mîlîtanêt ser bi tirorist Abu- Musab El-Zerqawî daxaz kiriye kû Japan hêzêt xwe vekêşêt anjî dê hêrişa kene ser wan.

XS
SM
MD
LG