Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helîkopterêt Îsraelî digel çekdarêt Hezbollah li başûra Libnanê bişer hatin - 2004-07-20


Helîkopterêt Îsraelî digel çekdarêt Hezbollah li başûra Libnanê bişer hatin.

Her alîyek alîyê dî xetabar diket bi dest pêkirna şerî nêzîkî bajêrukê Beyt El-Şa’ab liser tixûbê Libnanê.

Hezbollah got dû serbazêt Îsraelî û êk çekdarê wê hatîne kûştin. Israelê çi têbînî liser kûştinê nedayne. Lêkdanêt tixûbî qewmîn rojekê piştî endamekê serekî yê Hezbollah bi peqîna otombîleka bombe kirî li Beyrûtê hatîye kuştin, ku Hezbollah û serokê Libnanî Îmîl Lihud herdû dikene binasêt Israelê. Israelê çi têbînî liser nedayne.

Li sala 1992 Israelê rêberê Hezbollah Abbas El-Mûsewî bi hêrişeka firoka liser otombîla wî kuşt bû.

XS
SM
MD
LG