Lînkên eksesibilîtî

Marînekê Emirîkî yê mirî ji ber brînêt wî li demê ku li şer û pêkdadanêt rojavaya Bexda birîndar buy. - 2004-07-24


Karbidestêt leşkerê Emirîkî li Iraqê dibêjin marînekê Emirîkî yê mirî ji ber brînêt wî li demê ku li şer û pêkdadanêt rojavaya Bexda birîndar buy. Li beyannamekê da ku evro belav buy gotîye ew marîn roja eynî mir piştî ew li opiresîoneka parastina tenahî li parêzgeha Enbar birîndar buy. Hejî gutnêye hêzêt Emirîkî û xirabkarêt Iraqî bi drêjîya roja çarşembî li bajêrokê Romadî ku di kevîte 100km li rojavaya Bexda bi şer çun û li roja eynî firokêt Emirîkî hêrişeka asmanî kire ser bajêrê Felluce leşkerê Emirîkî gut armanca wê hêrişê malek bu li wî bajêry ku we bawer di hate kirin ku ji layê çekdarêt Ebu Museb Al-Zerqawî di hate bi kar înan. Nexuşxaneka xucihî ragehand ku li encama wê hêrişê pênc kes birîndar bun ku du ji wan zaruk bun.

XS
SM
MD
LG