Jêderên parastin û saxlemîya Felestînî dibêjin helîkoptereka Israylî bi kêmî dû moşek havêtine malekê li bajêrê Xeze û bikêmî 3 kes birîndar bun. Armanca wê hêrişê malek bî li taxê Zeytun û roja pencşembîjî li hêrişeka asmanî her li devera Xeze dû çekdarên Cîhada Islamî hatine kuştin. Demekê zîtr, hêzên Israylî çune nav bajerokê Felestînî yê Beyt Hanûn li bakora Xeze.