Lînkên eksesibilîtî

Karbidestên Iraqê dibêjin karbidestekê wezareta navxoyî ya Iraqî evro li Bexda hate kuştin - 2004-07-26


Karbidestên Iraqê dibêjin karbidestekê wezareta navxoyî ya Iraqî evro li Bexda hate kuştin. Musa'ab El-Awadî ku berpirsyarê karubarên Eşîreta bî evro dûşembî digel dû pasewanên xo hate kuştin demê li mala xo li paytextê Iraqê derdiçû.

Demekê zîtir, karbidestên leşkerî Amrîkî ragehand ku hêrişberekê xokûj li dergeha bingeheka Amrîkî li bajêrê Mîsil otombîlek peqand û jinek û zarokek û nobetdarekê Iraqî kûştin. Bi kêmî 3 serbazên Amrîkî û dû karmendên parastina Iraqî li wê hêrişê birîndar bîn.

Li başûra Iraqê xirapkaran teqe li otombîlekê kir ku jimareka jina têda bîn û diçûn li firokexana Besrayê kar biken ku ji layê Birîtaniya dihête rêve birin. Di wê hêrişê da dû jin hatine kuştin û dû yên dî birîndar bîn.

XS
SM
MD
LG