Kompanîyeka Ûrdûnî kû bo leşkerê Amrîkî li Iraqê kar diket xwe ji Iraqê vekêşa da berdana dû kargerêt misoger biket kû xirapkaran li Iraqê kirîne rehîn.
Bi rêveberê kompanîya Daoud dibêjît kompanîya yê karubarêt xwe li Iraqê rawestandin û kargerêt xwe vedikêşît bo cêbecê kirina daxazêt xirapkaran.
Di vîdyokê da revankaran gûtbû ew dê dû şofêrêt kamyona bêt Ûrdûnî kûjin heke ew kompanî karubarêt xwe li Iraqê ne rawestêt.
Evro kesukarêt rehînan gefe kir bûn kû dê dest drêjîya kene ser rêveberîya kompanîya Daoud heke kompany daxazît xirapkaran cêbecê neket.
Bi alîyekê dîve bi hêrişeka topa li naverasta Bexda medenîyekê Iraqî hate kûştin û 14 serbazêt hevalbenda birîndar bûn li hindek avahîyen kû nobedarîyeka hişyar lê tête kirin û ofîsêt hukmeta Iraqî û balyozxana Amrîkî li wêrê ne.