Lînkên eksesibilîtî

Hêrişa bi mûşekekê ya Israylê bo ser otombîlekê li başûra devera Gezze, rêberê komeleka milîtanêt Felestînî kuştin digel ji endamên komel - 2004-07-29


Hêrişa bi mûşekekê ya Israylê bo ser otombîlekê li başûra devera Gezze, rêberê komeleka milîtanêt Felestînî hatkuştin digel yek ji endamên komelê.

Leşkerê Israylê pişt rast kir ku ew hêriş îro pêncşembî li nêzîk bajêrê Refih hat kirin.

Rêberê komela Ebu-Rîş Amir Ebu-Sîta ji kuştîyan bû. Ew komel pişkeke ji bizava Fetih ya rêberê Felestînî Yasir Erefat. Karbidestên Israylê dibêjin ew koml berpirsyare ji jimareka hêrişên dijî Israylê li çend salên borî.

Berî wê serhatîyê leşkerê Israylê got dû Felestînî hatin kuştin dema bombek peqî wan divîya li devera Gezze biçînin.

Li kenarê rojava serbazên Israylê sipêdeya îro pênc şembî teqe li Felestînîyekî kir û kuşt.

Leşkerî got serbaza teqe dest-pêkir piştî keftîn ber hêrişa li demê wan bergûmanekê Felestînî li nêzîk Nablus girtî.

XS
SM
MD
LG