Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dêrên Kiristîyana li Iraqê bune armancêt hêrişên tîroristî - 2004-08-01


Dû otombîl li navenda Bexda peqîn û we dyare ku armanca wan hêrişan dû dêrên Kiristyana bun. Rîportên destpêkî dibêjin ku bi kêmî 2 kes hatine kuştin û jimareka zêdetir birîndar bîne. Dîdevan dibêjin peqîna dwem çêbî demê Polîsê Iraqî birev cihê hêrişa yekem diçûn li taxê Kerade. Herwesa li bajêrê Musil li bakora Iraqê peqîneka dî li pêş dêreka Kiristyana çebî. Ev hêrişe yekem hêrişên rêkxistîne bo ser Kiristyana ewêt ladana rijêma Sedam Husenî li ser desthelatî. Her li bajêrê Musil, leşkirê Emirîkî ragehand ku li encama hêrişeka xokujî 5 kes hatine kuştin û 40 kesên dî birîndar bîn.

XS
SM
MD
LG