Li mehê bûrî rojnamevanê Amrîkî Paul Kilêbnîkov bi destê hindek hêrişkerêt nenas li Mosko hate kuştin. Ev rojnamevanê ku ji mêjeye raportêt vekolîna amade dikrin sernivîserê govara Forbs pişka zimanê Russî bû ku bingehê wê li Amrîkaye.
Peyvdarê wezareta derveya Amrîka Riçard Bauçer daxaza kiryareka bilez kir ji alîyê karbidestêt Russî ve da wan kesêt ku rêzdar Kilêpnîkov kuştî peyda biken. “ Ya girînge bome ku kesêt kuştin kirî bêne ber edaletê û kiryareka tûnd beramberê vê serhatîyê ya grînge da rojnamevan nekevne jêr tirs û lerzê. Paul Kilêpynîkov rojnamevanekê zîrek û wêrek bû ku nînerya baştirîn nerx û behayêt Amrîkî dikir di karê xweda. Ew jî bi wek hevî û reway û dil vekirî.” Eve gûtina rêzdar Bauçer bû.
Karê Pol Kilêpynkov pitir liser siyasetê nerêkyêt rêvebirnê û dewlemandî û zêdegavîan bû. Kitêba wî liser kardarê Russîyê navdar Boris Bêrêzoviskî ku li derve dijît bi navê Xwedanê Kirêmilinê li sala 2000 belav bibû. Kitêba wî ya diwê bi navê Danustandin Digel Dirûnda behsê gûnehkarîyêt rêkxistî dikir û şerê berdewam li Çeçanê ku gelek kiryarêt hûv û kirûnde hatibûne kirin ji herdû alîyan ve. Ji alîyê hêzêt Russî û serheldayêt Çeçen.
Berî dû heyvan govara Forbes ya rêzdar Kilêpînkov lîsteka navêt dewlemendtirîn sed kardarêt Russî belav kir bû di nav wanda 36 bilyonêrin. Vê lîstê arzandinek di nav Russya peyda kir ku piranîya xelkî feqîrin.
Paul Kilêpnîkov ne ditirsîya ku dûjminêt xudan hêz u desthelat peyda biket bo xatra rastî û rastbêjîya rojnamevanîyê.
Peyvdarê wezareta derve Riçard Bauçer got tivîya kesêt Paul Kilêpnîkov kuştî bikêşne ber edaletê û bêne ber pirsyar kirin.
Dirêjiya vê sergutarê ya di vê fayela dengî daye û ev gutare bîr û bo çuna hikumeta welatên yêkgirtî yên Emerîka ye.