Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Surîya nizîkî 100 girtîyên siyasî azad kirin - 2004-08-04


Parêzerekê parastina mafên mirovan yê Surî dibêjê Surîya nizîkî 100 girtîyên siyasî yên wî welatî azad kirin ku êk ji wan rêberekê komyonîste û bo nizîkî 30 salan hatibû girtin.

Parêzer Enwer El-Bûnnî dibêje êk ji wan kesan hatîye azad krin... Îmad Şîheye li sala 1970 hate girtin bi tometa endamîyê li girûpeka komyonista û derçûyê qanûnêye.

Herwesa, dû girtîyên dî yên ser bi girûyên Islamî ku bo demekê zore li zindanê bîn, hatine azad kirin.

Birêz El-Bûnnî dibêje ew çaverê diket girtîyên zêdetir li van zîndana bihêne azad kirin li dîv biryareka lêxoşbûyê ku ji layê serok Beşar El-Esed hatîye dan bo azad kirina nizêkî 250 girtîyên siyasî. Li dîv wan girtîyên dî li demê dû heftîyên bûrî hatîne azad kirin.

Li nav kesên hatine azad krin, we bawer tête kirin 70 Kurdên ku piştî pêkdana digel hêzên parastinê li bakûra rojhelata Surîya vê salê hatine girtin.

XS
SM
MD
LG