Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li bajêrê Nejef Helîkoptereka hêzêt marînz ya Amrîkî kevtîye xarê. - 2004-08-05


Leşkerê Amrîkî li Iraqê dibêje, îro Pêncşembê li başûra bajêrê Nejef di şer û pêkdadanekêda navbera hêzêt Amrîkî û çekdarêt melay tûndrê Mûqteda El-Sedir helîkoptereka hêzêt marînz kevtîye xarê.

Peyvdarekê leşkerî got sîyarêt helîkpterê birîndar bîne lê çûy dî ranegehand...lê karbidestên saxlemîyê dibêjin bi kêmîve sê kes hatine kuştin. Hêzêt leşkerî gûtin piştî ku karbidestêt xwecihî daxaza harîkarîya hêzêt Marînz kirin, ew hêriş qewmî ji berko bingehê serekîyê polîsan li wê bajêrê dû caran ji biye armanja hêrişa serheldayan.

Bi alîyekî din ve, ji egera peqîna otombîleka lûxim kirî li dervey bingehê polîsê bajêrê Mehawîl başûra Bexdayê bi kêmî 5 kes hatine kuştin û pitir ji 20 ên dî birîndar bîn.

XS
SM
MD
LG