Serok Bush bûdceya şerî bi 418 milyar dolaran mor kir bo sala bêtin û 25 milyar dolarên zîdetir berdest dike bo bihêz kirina kiryarên şerî li Iraq û Afghanistanê.
Li rêuresmên mor kirina qanûnê li Waşinton(Washington), îro Pêncşem serok Bush got ev xercî dê wesa bike...leşkerê Amrîkî bizane welat li pişt wêye û şerê wî da bo azadîyên.
Ew qanûn ya ji alîyên kongrisê ve hatîye derbaz kirin dê xercîyê ji bo serbazan zêde bike û 10 milyar dolaran berdest bike bo pêşve birina sîstema moşekîyên berevanîyê.
Sebaret 25 milyar dolarên rewşa tengavîya bo Iraq û Afghanistanê serok Bush got ew daxwaza çi pareyê dî nake heta dest pêka sala bêt.