Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li pakistanê karbidestekê bilind dibêje wan 20 milîtanêt bergûmanên El-Qayde li çend heftîyên dawî girtine - 2004-08-05


Li pakistanê karbidestekê bilind dibêje wan 20 milîtanêt bergûmanên El-Qayde li çend heftîyên dawî girtine. Ew jî ji encamê agehîyên gelek giring, wezîrê navxweyî Pakistanê Feysel Salih Heyat gote rojnamevana, hindek ji wan milîtana Pakistanî ne û hinekên dî biyanî ne.

Belê wî ew raport haşa kirin ku wan agehî dayne dezgehên zanyarîyên Amrîkî û Birytanî.

Ajansê peyamnên cîhanî ragehand bû ku Birîtanya agehî ji Pakistanê wergirtibû ji bo girtina 12 gûmanbarên El-Qayde, êk ji wan nexşe hebû hêrişan bikete ser firokexana Hêzro li nêzîk Lenden(London).

Ew raport herwesa dibêjit agehîyên bi kompyûterî ku ji dû ji wan kesên girtî hatibûn wergirtin Neym Nûr xan, Ehmed Xelîfan Geylanî bûne egera bilind kirina astê hoşdarîyê li Amrîka.

XS
SM
MD
LG