Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Marînzêt Emirîkî bo roja sêyê evro şembî digel piştîvanêt  El-Sadir li bajêrê Necef bi şerik çûn - 2004-08-07


Marînzêt Emirîkî bo roja sêyê evro şembî digel piştîvanêt oldarê tondrêyê Şî’a Muqteda El-Sadir li bajêrê Necef bi şerik çûn. Hevdem, serok wezîrê demkî yê Iraqê Eyad Ellawî lêxoşbîneka tuxîfdar ragehand bo bi dûmahî înana xirapkarîyê li wî welatî. Eyad Ellawî li konfiranseka dengûbasa li Bexda got ev biryare wan kesan vedigirît ku tawanêt biçîk encam dayne. Li bajêrê Necef, bi sedan çekdarên piştîvanên El-Sadir rijyane ser şeqamên wî bajêrî û guhê xwe nedane hijdarîya dumahî ya fermandarê Necefê ku daxaz kirbî piştî rojavabînê li wî bajêrî derkevin. Herwesa şer û lêkdanên cuda li nêvbera serbazên Emirîkî û çekdara çêbîn bi zorî li nav û rex û çanêt goristana mezina wî bajêrî.

XS
SM
MD
LG